22 Sibat 2017•Rojanekirin: 23 Sibat 2017
BAB
Pêşvûçûna Bab a navçeya Helebê unsûrên Artêşa Azad a Sûriyeyê a ku TSK piştevaniya wan dike, dewam dike.
Li gor agahiya Sererkaniyê, Operasyona Mertalê Feratê ya ku li bakurê Sûriyeyê ji bo parastina ewlehiya sînor, piştgiriya hêzên hevpeymanê û DEAŞ di serî da berterefkirina tehdîda rêxistinên terorê di 24ê tebaxa 2016an de hatibû destpêkirin, dewam dike.
Di roja 183emîn a operasyonê da komên ku ji hêzên taybet ên mixalifan pêk tên, li El Baba ku piraniya wê hatiye bidestxistin, unsûrên DEAŞA rêxistina terorê berteref dikin. Hêzên AASê li Kefê taxa Babê bi çek û doçkayan êrîş birin ser hedefên DEAŞê.
Fermandarê AASyê Ehmed eş-Şahabî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ew ji bo sivîlên Babê zirarê nebîn bi baldar pêşve diçin.
Şahabî got ku rojava û başûrê rojavaya navçeya Babê niha di bin kontrola hêzên AASyê û taxa Kef, Tadîf û derdorên herêma Mizgefta Usama jî di bin kontrola mixalifan de ye.
- AA li Babê ket tunelên DEAŞê
Ji aliyekî din va navenda Baba navçeya Helebê pevçûnên tund dewam dikin û ekîba AAyê jî dişopîne. Ekîba AAyê dîmena tunelên ku gundê Bizaayê û bajaroka Kabasînê bi hev va girê dide, kişand.
Ji fermandarên ASAyê Ebû Cefer diyar, DEAŞê bi sivîlan ev tunêl dane kolan û rêxistinê tê da defika teqemeniyê daniye.
Cefer got ku tunêl nêzîkî navenda bajêr e û wiha dewam kir: "Rêxistin ji bo ku xwe veşêre an jî ji cihekî derbasî cihekî bibe, ev tunêl çêkirine. Rêxistin nikare di nav navenda bajêr da hereket bike, bi rêya van tunêlan hereket dike. Divê ev tunêl ji mayin û teqemeniyan werin safîkirin. Li gor texmînên me, dirêjahiya tunêlan 200 mêtre ye. Em dirêjahiya tunêlan a rastîn nizanin. Ji ber ku di nav tunêlan da av heye, em nikarin tê ra bimeşin. Em ê amadehiyên xwe bikin ku van tunêlan paqij bikin."