13 Sibat 2016•Rojanekirin: 13 Sibat 2016
ŞIRNAK
Li Şirnexê Şaxa Jinan a AK Partiyê û Komeleya Şirnexê ya Jinên ko Ronahî Belav Dikin ji bo hêzên ewlehiyê yên şehîd mewluda kurdî da xwendin.
Bername li avahiya bajêr a AK Partiyê hat lidarxistin û endamên komeleyê û dilxwaz beşdarî bernameyê bûn. Di bernameyê de mewlûda kurdî hat xwendin û xwarin û îkram hatin dayîn.
Hatîce Atana Seroka Şaxa Jinan a AK Partiyê got armanca wan ew e ku êşa dayikên şehîdan parve bikin.
Atanê bi bîr xist ku di van demên dawîn de li Şirnexê di têkoşîna bi terorê re de gelek şehîd hatin dayîn û wiha axivî:
"Me mewlûda kurdî da. Ji ber ku bi kurd, laz, çerkez em hemû bi hev re bira ne. Me ji bo şehîdên xwe Qur'ana Pîroz xwend, me xwarin da û hin îkram belav kirin. Bila rihê wan şad be, cihê wan bibe cenet. Wan ji bo ku yekîtî û bihevrebûna vî welatî biparêzin canê xwe dan. Înşeallah di pêvajoya ji niha pê ve de em li van axan şehîd nedin. Xwedê quwetê bide hêzên me yên ewlehiyê yên mayî. Rebbê me bila bi wen re be."
Atanê wek keçeke kurd bangî hemû dayikên şehîdan kir û wiha axivî: "Bila bizanin ku ji bo her şehîdên me yên vir çûn ber rehma Xwedê beriya dayik û xanimên wan dilê dayikên şirnexî dişewite. Înşeallah dê aştî û biratî bê van welatan, li van axan xwîn nerije."