11 Adar 2017•Rojanekirin: 11 Adar 2017
NEW YORK
Mihemed Elî Jr (44) yê kurê Mihemed Eliyê wezişvanê efsanewî carekê dîsa li balafirgeha DYAyê hat binçavkirin û piştî jêpirsînê hat berdan.
Mihemed Eli Jr bi Khalîlah Camacho-Eliya diya xwe ra piştî ku di civîna Kongreya DYAyê da qala bûyera binçavkirinê ya di 7ê sibatê da li Washingtonê hatibû serê wî kir û vedigeriya mala xwe li Balafirgeha Navneteweyî ya Ronald Reaganê dîsa hat binçavkirin.
Chrîs Mancîniyê parêzerê Elî Jr diyar kir ku çaxê ku Mihemed Elî Jr ji balafirgeha Washingtonê diçû Balafirgeha Fort Lauderdaleyê bi destê endamên Ewlekariya navxweyî hat binçavkirin.
Polêsan qasî 20-25 deqîqeyan Elî dan sekinandin piştî ku pasaporta xwe ya DYAyê nîşan da serbest berdan û destûr danê ku li teyareyê siyar bibe.
Elî Jr û Khalîlah Camacho-Eliya diya xwe 9ê adarê roja pêncşemê beşdarî civîna endamên Komîteya Edaletê ya Meclisa nûneran a DYAyê bibûn û di civînê da qala bûyera binçavkirinê ya di 7ê sibatê da li Washingtonê hatibû serê wî kiribû.