Haydar Şahin
16 Adar 2018•Rojanekirin: 16 Adar 2018
WASHINGTON
Donald Trump Jr. yê kurê Serokê Amerîkayê Donald Turmp û Venessa Trumpa jina wî biryar dan ku piştî 12 salan hevdu berdin.
Trump Jr. û Venessaya jina wî daxuyanî dan ku ew ê hevdu berdin.
Kurê Turmp û bûka wî di daxuyaniyê da wiha gotin: "Piştî 12 salan me biryar da ku hevdu berdin. Me her tim rêz nîşanî hevdu û malbatên xwe da. 5 zarokên me ji bo me girîng in û em ê bi wan ra eleqedar bibin."
Qesra Sipî der barê mijarê da daxuyanî neda.
2yê wan qîz û 3yê wan law bi tevahî 5 zarokên wan hene.
Venessa Trump dûrî kamerayan jiyana xwe didomîne, hefteya borî zerfeke ku tê da amûreke li ser şik heye şandibûn mala Venessayê û ji bo tevdîrê ew rakiribûn nexweşxaneyê.