Abdullah Tel
16 Adar 2018•Rojanekirin: 17 Adar 2018
XÛTAYA ROJHILAT/ANKARA
Muxalifên eskerî yên Sûriyeyê li Xûtaya Rojhilat ji bo bajaroka Hamûriyeyê paşve hildin bi hêzên rejima Beşar Esed û piştgirên wî ra şer kirin û navenda bajarokê ji nû va bi dest xistin.
Hêzên rejimê yên ku guh nedan biryara agirbestê ya Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (KENY) di 3ê Adarê da ji bo bidestxistina Xûtaya Rojhilat ji hewa û bejayê dest bi êrîşan kiribûn û berê êvarê ketibûn navenda bajarokê û hinekî pêşva jî çûbûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê yê li Xûtaya Rojhillatê ye da muxalifên eskerî yên Sûriyeyê li bajaroka Hamûriyeyê bi hêzên rejim û piştgirên wî ra ra şer kirin û navendê ji nû va bi dest xistin.
- Di 2 rojên dawîn da 51 sivîl hatin kuştin
Li gor agahiyên ji çavkaniyên Parastina Sivîl hat hildan rejim û piştgirên wê tu peseyê bi biryara agirbestê ya KENY û Rûsyayê nakin û ji bo ku Xûtaya Rojhilatê bi dest bixin êrîşên li ser deverên sivîl lê ne, didomînin.
Rejimê bi êrîşên xwe yên li ser Xûtaya Rojhilat a ku di 2 rojên dawîn da bû sedema mirina 51 sivîlî.