Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş û Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglu di civîna Komeleya Karsaz û Pîşesazên Konyayî û Karsazên Trakyayî de pirsên rojnamevanan ên der barê operasyona rêxistina paralel de bersivandin.
Kurtulmuş got ku haya wî ji hurgiliyên operasyonê tune û ew nizane ku ji ber kîjan sedeman operasyon hatiye kirin û wiha got: "Em ê encama wan bibînin. Bi ya min di vê pêngavê de tiştek gotin ne rast e."
Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglu jî got ku Tirkiye dewleteke hiqûqê ye û wiha axivî: "Ji xwe raya giştî wê di nav demê de nirxandinên ku hewce dike bike. Kê şaşiyê bike wê bedela şaşiya xwe bide. Lê niha nûçe hê nû ne, ka em ê binêhêrin."