Türkan Tosun
26 Nîsan 2018•Rojanekirin: 27 Nîsan 2018
ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê rayedaran kûzeyek û kundekî birîndar derman kirin û paşê car din ew berdan sirûştê.
Midûriya Şaxa Parkên Neteweyî û Parastina Xwezayê daxuyand li Bozovayê kûzeyekî têjik ê birindar û kundekî birîndar ji hêla welatiyan ve hatin dîtin.
Hat gotin wan jî agahî daye Midûriya Bajêr a Xurek, Çandinî û Heywandariyê ku heywan bên dermankirin.
Tîmên Midûriyê heywan anîn Navenda Rehabîlîtasyon û Xilaskirinê ya Heywanên Kovî û sê meh û nîvan ew xwedî kirin.
Piştî dermankirinê rayedaran heywan berdan sirûştê.