Önder Beyter
26 Nîsan 2018•Rojanekirin: 27 Nîsan 2018
EZAZ/ÎDLIB
Li Sûriyeyê şahidên qetlîama ku rejima Beşar Esed li Xûtaya Rojhilat bi çeka kîmyayî pêk anî, diyar kirin ku rejim seba devera ku li herêmê di destê mixalifan da mabû bistîne, çeka kîmyayî emiland.
Rejima Esed piştî dorpêça 5 salan, di encama êrîşên gur da Xûtaya Rojhilat a li rojhilatê paytext Şamê 2 hefte berê bi dest xistibû.
Xelkê Xûtaya Rojhilat ligel birçîbûn, nexweşî, bêdermanbûn û bombardimanên ku çeka kîmyayî jî di navê da hebû, li ber xwe dabû. Lêbelê piştî rêkeftina Rûsya û mixalifên eskerî, xelkê deverê bo bakurê wî welatî hatibûn texliyekirin.
Xelkê Xûtaya Rojhilat ê ku xwe spart gundê Îlbîl ê Ezaza ku di nava herêma Operasyona Mertalê Feratê da ye, ji peyamnêrê AAyê ra behsa serhatiyên xwe yên di dema qetlîama çeka kîmyayî ya li Dûmaya navçeya Xûtaya Rojhilatê kirin.
Şahidê bûyerê Elî Mercan wiha got, "Beriya êrîşa çeka kîmyayî rejimê bênavber 24 saetan bombardiman kir. Em di stargehan da asê man."
Mercan diyar kir ku di dema êrîşa çeka kîmyayî da ew di stargehan da bûn, lêbelê di carekê da hêsir ji çavê wan hat, kuxiyan û kef bi devê wan ket û wiha dewam kir, "Hinek ji xwe va çûn. 6 xwîşk û birayên min di tesîrê da man. Li ber çavê min însan mirin. Parastina Sivîlan nikaribû were hawara me. Me xwîşka min, keça meta min, jinbira min cilê wan ji wan kir û av bi ser wan da kir."
Dayîka Mercan jî diyar kir ku 2 roj beriya êrîşa çeka kîmyayî ew nikaribûn derkevin derva da ku ji xwe ra xwarin û vexwarinê bîter bikin û wiha behsa êrîşa çeka kîmyayî kir:
"Danê esrê bêhneke pir tûj hate difnê ne. Keça min îşlikê xwe digijgijand û digot 'Ez difetisim'. Tiştek ji destê min nehat. Me fêm kir ku êrîşa kîmyayî pêk hatiye. Parastina Sivîlan heya êvarê nehat ciyê bûyerê. Cesed li erdê man."
Şahidê qetlîamê Ebû Xalid jî wiha behsa rûdanê kir:
"Rejimê ji xeynî Dûmayê, Xûta hemû bi dest xistibû. Roja înê (rojek beriya êrîşa çeka kîmyayî) firokeyên şer ên rejim û Rûsyayê li sivîlan didan. Êrîşî eniyan nedikirin. Roja din çaxê ku êrîşa çeka kîmyayî hat kirin, keça min a 20 mehî mir. Me nikaribû em wê defin bikin. Parastina Sivîlan heta êvarê paşê hat û diyar kir ku êrîşa kîmyayî çêbû. Ji me ra gotin, yên ku di tesîrê da mane bi av û sîrkeyê bişûn. Bi qasî ku ji destê me hat me kir. 200 mêtro dûrî me nexweşxaneya sehrayê hebû, lêbelê ji ber ku êrîşê dewam dikir, me bikaribû em kesên ku di tesîrê da mane, bibin wir. Hê jî gewriya min dişewite. Zarokên min jî gelekî giran bûne. Di wê êrîşê da herî kêm 200 malbat di bin tesîrê da ma."
- Li Dûmayê lêkolîn didomin
Rejima Esed li Dûmaya navçeya Xûtaya Rojhilatê ya li rojhilatê paytext Şamê di 7ê nîsanê da çeka kîmyayî emilandibû û 78 sivîl hatibûn kuştin.
Amerîkayê li ser vê yekê ji bo lêkolîna qetlîamê û kifşkirina berpirsên wê, pêşnumaya avakirina mekanîzmayekê pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kiribû, lêbelê Rûsyayê pêşnuma veto kiribû.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî diyar kiribû ku tevî vebijêrka eskerî, li hemberî rejima Esed hemû vebijêrk li ser maseyê ne û herwiha heger di êrîşê da para wî hebe, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn jî wê "berdêlê bide".
Amerîka, Îngiltere û Fransayê di 14ê nîsanê da êrîşa asîmanî biribûn ser baregehên rejima Esed.
Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî piştî bûyerê duh ji bo cara duyemîn çûbû Dûmayê. Rêxistin li Dûmayê lêkolînên xwe didomîne.