ekip
25 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2017
BITLÎS
Gola kraterê ya Nemrûd ya li Tetwana navçeya Bidlîsê bi siruşt û xweşikiyên der û dora xwe va her sal bi sedan turîstan re mazuvaniyê dike û benda kifşkirinê ye.
Gola Nemrûd li Tirkiyeyê gola herî mezin a krater e û li cîhanê jî duyemîn gola kraterê ya herî mezin e.
Di çarçoveya projeya Destînasyonên Bijarte yên Ewropayî de Gola Nemrûd "Xelata Nuwaze" girt.
Gol li ser qadeke 13 kîlomêtroqereyî ye û raqima wê 2 hezar û 800 e. Li ser vê qadê golên sar, germav, şikefta qeşayê, kuleka hilmê û cur be cur civîk hene.
Ramazan Gencanê Midûrê Turîzmê û Çandê yê Bajêr ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ji ber teqîna Çiyayê Nemrûd gol çêbûye û ew bi xwezayî derketiye holê.
Gencan got ava golê ji bo nexwaşên bêhna wan diçike pir baş e û siruşta li der û dora golê jî ji hêla turîzmê va gelek xweş e.
Gencan anî ziman ewê di sala 2018an de li vir hin xebatan bikin û wiha axivî: "Ji bo ku em li vir şaneşîneke temaşekirinê, 2 îskeleyan, rêyên meşê û tiştên din çêbikin dixebitin. Em hewl didin ev der bibe navenda turîzmê."
- "Cihekî gelekî xweş e"
Gencan got ku Çiyayê Nemrûd ji bo herêm û taybet Bidlîsê "behiştekê turîzmê" ye û wiha axivî:
"Me ewil bingeha vê amade kir. Sala tê jî em ê bi arîkariya wezaretên me dest bi xebatê bikin. Em ê vê derê bikin navend. Li hemberî vê Gola Wanê ya bixwê û bisoda ya ku herî mezin heye. Di binê Çiyayê Nemrûd de ciyê qaşûnê yê herî dirêj heye. Ev pîsteke xweş e. Lazim e em vê derê bikin navenda turîzmê. Em ji bo vê hedefê niha dixebitin. Eger turîst bên wê kêrî bajarê me jî bê."
Gencan bangî turîstan kir û got ku ji bona dîtina Gola Wanê, Gola Kraterê ya Nemrud û kaşûnê bila kerem bikin û bên vê derê. Gencan wiha dewam kir: "Xweşiya vê derê bi tenê Nemrûd nîne. Ev der hem ji bo siruştî hem ji bo turîzma baweriyê hem jî ji bo turîzma zivistanê herêmeke taybet e. Cihê me yê herî girîng jî gola kraterê ye. Ji bo dîtina vê derê ji derva gelek mêvan tên."