Haydar Şahin
28 Sibat 2018•Rojanekirin: 28 Sibat 2018
CENEWRE
Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov kir ku destûr were dayîn da ku xwe bigihînin herêma El Tanfê ya li başûrê welêt û Rukbana kampa penaberan a ku koalisyona di pêşîkêşiya Amerîkayê da kontrol dike.
Lavro di rûniştina 37an a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya ku li Ofêsa Cenevreyê ya NYyê dest pê kir da axivî û got, "Em bawer dikin ku dibê terorîstan wekî 'baş' û 'nebaş' ji hev cuda nekin. Rûsyayê li dijî vê cudagirtina bi qirêj şerê xwe bidomîne."
Lavrov got ku Rûsya di vê çarçoveyê da li Sûriyeyê piştgiriyê dide rejimê.
Sergey Lavrov got Rûsyayê îlan kir ku bi rejima Sûriyeyê ra ew ê ji bo texliyekirina sivîlên li Xûtaya Rojhilatê korîdora însanî were vekirin lêbelê mixalifan misade nekirin û wiha axivî: "Îro gelê Sûriyeyê bi kirîza mirovahiyê ya herî mezin ra rûbirû ye."
Lavrov destnîşan kir ku mixalifên li Xûtaya Rojhilatê top avêtin Şamê, pêşî li alîkariya mirovahiyê û texliyeyê dibirin.
Lavro ji bo ku bigihêjin herêma El Tanfê û Rukbana kampa penaberan bang kir ku dibê destûr were dayîn, li Reqaya ku piştî bombebaranê bû xirabe bira misyoneke ku ji Komîteya Xaçê Sor û NYyê pêk tê were wezîfedarkirin.
Wezîr Lavrov got têkoşîna li dijî terorîzmê dibê li gor hiqûqa navneteweyî û mewzuatên neteweyî were tetbîqkirin û wiha pê da çû: "Amerîka hê israr dike Guantanamoya ku girtiyên lê nayên darizandin û merûzî êşkenceyê dimînin nagre û em ji ber vê di nav fikaran da ne."
Rûniştina 37an a Konseya Mafên Mirovan a NYyê ew ê hetanî 23yê adarê dewam bike.