Haydar Şahin
24 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2022
Li eyaleta Xoresana Başûr a Îranê bi şîdeta 5,1ê erd hejiya.
Li gorî nûçeya IRNAya ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê, li nêzîkî bajarê Boşruyeya girêdayî eyaleta Xoresana Başûr, saet 16.54an erd hejiya.
Hejîn bi qasî 8 kîlometroyan di binê erdê de çêbû.
Rêveberê Giştî yê Rêveberiya Qeyranê ya Xoresana Başûr Muhemmed Elî Axundî destnîşan kir ku erdhej li bi qasî 3 kîlometroyan dûrî bajarê Boşruyeyê qewimiye û ekîbên rewşa acil ji bo cihê bûyerê sewq kirine.
Heta nuha daxuyaniyek derbarê ku kesek miribe yan zirara maddî çêbûbe nehatiye dayin.