Haydar Şahin
04 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2022
Li Îranê xwepêşandanên ku piştî mirina Mehsa Emîniyê dest pê kirin, di roja 17em da li gelek bajarên welêt dewam dike.
Li paytext Tehrana ku tedbîrên ewlekariyê bi awayekî qewîn hatine wergirtin, ajokaran konvoy pêk anîn û bi korneyan bertekên xwe nîşan dan, her wiha welatiyên li kêleka rê jî bi çepikan piştgirî da wan.
Qelebalixiya ku li ser kolana Şerîetî ya Tehranê civiya, dijî rêvebiriyê diruşm berz kirin û jinan jî serê xwe vekirin û bertek nîşan dan.
Ji xeynî paytextê li gelek bajarên welêt xwepêşandanan dewam kirin.
Hêzên ewlekariyê jî bi xaz û copan midaxeleyî wan xwepêşandanan kirin ku tê da durişmên dijî rêveberiyê hatin berzkirin.
Her wisa xwepêşandanên ku li gelek zanîngehên welêt nava rojê hatin kirin, êvarê jî li ser kolanan dewam kirin.
Li paytext Tehranê di 13ê Îlonê da ji hêla dewriyeyên Îrşadê ku wekî "polêsê exlaqê" tên zanîn, Mehsa Emînî bi hinceta "rêgezên cilûberagan binpê kir" hatibû binçavkirin û di pey ra ketibû komayê, li ser vê yekê Emîniyê rakiribûn nexweşxaneyê, lê Emînî di 16ê Îlonê da miribû. Mirina Emîniyê li welêt bûbû sedema înfialê.