Muhammet Kurşun
19 Adar 2017•Rojanekirin: 20 Adar 2017
VAN
Şaredariya Wanê îraniyên ku ji bo geştê hatine bajêr bi germî pêşwazî kirin û şorbe îkramî wan kir.
Şaredariyê ji bo 2 hezar geştiyarên îranî ku ji Deriyê Sînorî Kapikoyê derbasî Tirkiyê bûn şorbe îkram kir.
Ji bo zêdekirina eleqedariya geştiyaran li ser Wanê cade hatin ronîkirin, bi hezaran belavokên farisî û tirkî hatin belavkirin. Li derdora deriyê sînorî jî paqijiya giştî hat kirin.