Nihat Kavşut
01 Tebax 2019•Rojanekirin: 02 Tebax 2019
Li Baregeha El-Celayê ya li Adena bajarê Yêmenê di dema merasima eskerî da du êrîş hatin kirin û li gor agahiyên ewil 25 kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên çavkaniyên eskerî Hûsiyên ku Îran piştgiriya wan dike li Baregeha El-Celayê ku li El-Berikaya li rojavayê Adenê ye di dema merasima eskerî ya hêzên Hizam el-Emniyê da ku Mîrektiyên Yekbûyî ya Ereb piştgiriya wan dike bi wesaîtên bêmirov (ÎHA) û moşekên balîstîk êrîş kirin.
Li gor agahiyan di êrîşê da tevî Munîr el-Yafiyê ji fermandarên Hêzên Teqwiye û Alîkariyê ya hikûmeta Yêmenê û Racih bîn Mensurê ji fermandarên Hizam el-Emniyê 25 kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.
- Hûsiyan êrîş hilda ser xwe
Li gor nûçeya têlevizyona El-Mesirayê ya Hûsiyan Yehya es-Seriyê Berdevkê Eskerî yê Hûsiyan destnîşan kir êrîşî hedefên eskerî yên li Baregeha El-Celayê kirine.
Serî destnîşan kir bi wesaîtên bêmirov û moşekên balîstîk êrîş kirine û got ku di êrîşê da bi dehan kes hatine kuştin û birîndar bûne.
Ber destê sibehê jî li Adenê bi wesaîta bombebarkirî dijî navenda ewlehiyê êrîş hatibû kirin û li gor agahiyên ewil 3 esker hatibûn kuştin û 20 esker birîndar bûbûn.