Elif Orhan
07 Îlon 2019•Rojanekirin: 08 Îlon 2019
Hat ragihandin li qeyrana ku li bakurê rojhilatê Komara Afrîkaya Navîn (KAN) di nav komên çekdar derket da 10 kes mirin.
Serokomar Faustîn Touadera daxuyanî da çapemeniya civakî û diyar kir ku li herêma Bîraoyê ji roja yekşemê va di navbera Tevgera Azadkirina Afrîkaya Navîn û Edaletê (MLCJ) û endamên Eniya Gel a Ji Nû Va Vejîna Komara Afrîkaya Navîn (FPRC) da pevçûnên tund derketin.
Touadera got ku di pevçûna ku derket da ji herdu aliyan bi tevahî 10 kes mirin.
Touadera got ku aliyên pevçûn di nav 14 komên ku di 6ê sibatê da bi hikûmetê ra peymana aştiyê îmze kirin da cî digirin û got "Em ji ber vê rewşa ku guherî pevçûna civakî xemgîn in û şermezar dikin."
Tê diyarkirin ku serokên her du koman bersiva daxwaza hevdîtinê ya hikûmetê nedane.
- Qeyrana li KANê
Li welêt di sala 2013an da di navbera komên Antî-Balakaya Xiristiyan û Selekaya ku piraniya wan misilman e da pevçûn derketibûn û ev pevçûn piştî demekî guherîbû şerê navxweyî û bi sedan kes mirbûn.
Nêzî ji sedî 80yê welêt bi destê komên çekdar va tên kontrolkirin û di hevdîtinên aştiyê yên ku di navbera hikûmeta KANê û komên çekdar da bi mazûvantiya Sûdanê hatin kirin da peymana nihaî di 6ê sibatê da hatibû îmzekirin.
Di çarçoveya peymanê da nûnerên komên çekdar di hikûmetê da cî girtibûn.