14 Sibat 2017•Rojanekirin: 15 Sibat 2017
DIHOK
Qeymeqamê Akrêya Dihokê Mazin Mihemed, diyar kir ku eger qeyrana aborî li Herêma Kurdistanê nebe jî ew nikarin xizmetê bibin gundên sînor lewra PKKê ew der dagir kirine.
Mihemed, der barê rewşa herêma Akrê bi giştî û hebûna rêxistina terorî li wî sînorî ji bo peyamnêrê Ajansa Anadoluyê axivî.
- PKK asteng e li ber avabûna gundan
Qeymeqamê Akrê destnîşan kir ku PKKê li sînorê nahiyeya Dînarte di 23 gundan de binke û baregehên xwe bicih kirine û xelkê ew der vala kirine. Loma jî ew dever têne bomberdûmankirin û xelk naxwaze bi agirê PKKê bişewite.
Mihemed li ser PKKê wiha got: "PKK rêxistineke çekdar e ku li dijî Tirkiyê şer dike. Xwe li Herêma Kurdistanê veşartiye. Dema ku gundiyên PKK lê bixwazin herin gundê xwe û bax û baxçeyên xwe bibînin jî rêxistin rê nade û carinan jî wan dikuje."
Der barê derxistina PKKê ji herêmê Miheme wiha axivî: "Çareserkirina problema hebûna PKKê di destê îdareya Akrê de nîne. Ew girêdayî desthilata rêvebiriya Herêma Kurdistanê ye. Lewra ne tenê li sînorê qezaya Akrê ev kêşe heye. Ev problem li temamê şaroçke û bajarên Herêma Kurdistanê heye. Lê pişka şêr jî li wîlayeta Dihokê ketiye. Bi taybetî jî qezaya Amêdiyê, Akrê û deverên Berwariya bilind."
- "Heqê Akrê ye bibe wîlayet"
Mihemed herwiha der barê wîlayetbûna qezaya Akrê de jî wiha agahî dan: "Bîst sal berî niha biryara wîlayetbûna Akrê ji Parlamentoya Kurdistanê derbas bûye. Xelkê deverê jî dixwaze û ev heqê wan ê rewa ye. Lewra hemû bingehên wîlayetbûne hene. Lê ji bo vê hewcehî bi rizaya hikûmeta Iraqê û meclisa Iraqê heye.