Haydar Şahin
15 Gulan 2019•Rojanekirin: 15 Gulan 2019
Li Alabamaya eyaleta Amerîkayê qanûna ku kurtajê qedexe dike hat qebûlkirin.
Li gor xebera BBCyê, li Senatoya eyaletê pêşnûmaya kurtajê qedexe dike ligel 6 rayan bi 25 rayan hat qebûlkirin, li gor qanûnê di encama destdirêjî û ensestê da be jî kurtaj qedexe ye.
Di serê mehê da li Meclisa Nûneran ligel 3 rayan bi 74 rayan va pêşnuma hatibû qebûlkirin, piştî pêşnuma li Senatoyê hat qebûlkirin ew ê ji bo îmzeyê ji Waliyê Alabamayê yê Komarparêz Kay Ivey ra bişînin.
Tê gotin ku Ivey li dijî kurtajê derdikeve.
Qanûna li Meclisa Nûneran a Eyaletê û Senatoyê hat qebûlkirin bi tenê dema jiyana dayîkê di xetereyê da be destûra kurtajê dide.
Di qanûnê da ji bo doxtorên hewla kurtajê bidin 10 sal ji bo kesên kurtajê bikin jî hetanî 99 salan cezayê hepsê tê xwestin.
Rêxistina Jinên Neteweyî dibêjin ku qedexe "li dijî qanûna bingehîn e".
Bobby Sîngletonê endamê Senatoya Eyaletê yê demokrat qanûn wekî "sererastkirina doxtoran motanî sûcdaran nîşan dide" û "teşebisa mêrên dixwazin di mijara bedenê da ji jinan ra bêjin ku çi bikin" nirxand.
Terrî Collînsê komarparêz ê endamê Meclisa Nûneran a piştgirî da qanûnê jî got, "Qanûna me dibêje ku dergûşa di hemla diya xwe da şexs e."