İbrahim Atmaca
15 Gulan 2019•Rojanekirin: 15 Gulan 2019
Polêsê Çînê li başûrê welêt di operasyona qaçaxcîtiya merivan da 23 kes binçav kirin.
Li gor nûçeya ajansa Şînhuayê, polêsên Çînê li eyaleta Yunnanê ku dikeve başûrê welêt, jineke Vîetnamî ku di sibata çûyî da li îstgeheke trenê bi nasnameya keskî din bilêt dikirî, ferq kir.
Polês kir ku bi jina Vîetnamî ra biaxive, lê kesekî ji eyaleta Anhuiyê û bi paşnava Ren, nehîşt ku polês bi jinikê ra biaxive.
Polês şik bir ser vê rewşê û lêpirsîn da destpêkirin û derxist holê ku Ren jina Vîetnamî ji du merivên ji eyaleta Yunnanê kiriye.
Yekeyên ewlehiyê lêpirsîn berfirehtir kir û tesbît kir ku ev bûyer perçeyekî qaçaxcîtiya merivan e û li eyaletên Yunnan û Hinnanê operasyon kirin. Di operasyonê da çeteya ku ji 23 kesan pêk tê û ji Vîetnamê jinan direvînin û bi rêya dereqanûnî tînin Çînê, binçav kirin.
Polês 11 jinên Vîetnamî ku di destê çeteyê da bûn jî xelas kirin.
Hat ragihandin ku lêpirsîn didome.