26 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2018
BERLÎN
Hat ragihandin ku li Almanyayê rêxistinên terorê yên Tirkiyeyê ji xwe ra kirine hedef kar û barê xwe zêde kirine û li seranserê welêt jimara alîgirên wan zêde bûye.
Di rapora beşa îstixbarata navxweyî ya Teşkîlata Parastina Makezagonê (BfV) ya sala 2017an da hat eşkerekirin di sala 2016an da hejmara alîgirên PKKya rêxistina terorê 14 hezar bû û ev jimar di sala 2017an da bi qasî 500 kesî zêde bû û gihîşt 14 hezar û 500 kesî.
Di raporê da hat gotin ku li Almanyayê di nav rêxistinên terorê yên biyanî da ku ji hêla endaman va herî xurt e PKK ye û vê rewşa xwe jî didomîne.
Hat gotin ku PKKya rêxistina terorê par li Almanyayê 14 milyon ewro û li seranserê Ewropayê jî 25 milyon ewro pere berhev kiriye.
Di rapora BjVyê ya ji 358 rûpelan pêk dihat da 16 rûpel ji bo PKKyê hat cihêkirin û hat gotin ku gelek komele û rêxistinbûnên li ser navê PKKyê kar û bar dikin bi armanca di nav civakê da ji bo xwe nêrîneke xweş bihêlin gelek caran navên xwe guhertin.
BfVya îstixbarata Almanyayê di rapora xwe da ragihand ku rêxistinbûnên PKKya rêxistina terorê yên li Almanya û welatên din ên Ewropayê hê jî ji hêla qadroya li bakurê Iraqê va tên birêvebirin û ji bo îdeolojiya PKKyê tundî hê jî wek alternatîfa herî mezin tê emilandin.
Di raporê da hat gotin ku PKK li Almanya û Ewropayê xwedî medyaya xwe ya û Ajansa Nûçeyan a ANFyê û rojnameya Polîtîkaya Azad a Nû jî amûrên wê yên propagandayê ne.
Hat gotin ku rêxistin bi taybetî di nav ciwanan da ji bo propagandayê medyaya civakî awayekî çalak bi kar tîne.
- Komên din
Di raporê da ji bo DHKP-Cyê jî hat gotin ku niha 650 endamên wê li Almanyayê hene û bi navbeynkariya wan û komeleyên curbecur xebatên xwe didomînin.
Ji bo du rêxistinên terorê yên yek jê TKP/ML ye hat gotin ku 300 endamên wê hene û ji bo MLKPyê jî hat gotin ku xwedî 600 endamî ye.
- FETO nayê şopandin
Di raporê da ji bo FETOyê agahiyên berfireh nehatin dayîn û hat gotin ku FETO ji hêla Tirkiyeyê va wekî rêxistina terorê tê hesibandin.