HAMBURG
Li Hambûrga bajarê Almanyayê komên çepgir û xweser 25 sale ku "Navenda Çandê ya Rote Florayê" dagir kirine û girtine bin kontrola xwe. Ji wan tê xwestin ku wê derê vala bikin lê ew jî ji bo ku li hemberî vê daxwazê ne protestoyan dikin. Ji ber protestoya çalakvanan hin derên Hambûrgê wek "heremên bi talûke" hatine îlankirin û tewdîrên mezin hatin hildan. Lê ev tevger jî bi tenê serê xwe dibin sedema nîqaşan.
Hin komên çepgir û xweser ên ku ji hev jî cuda ne ji sala 1989an vir ve avahiya navendî dager kirine û girtine bin kontrola xwe. Di sala 2001ê de rêveberiya bajar biryar da û avahî firot karsaz Klaûsmartîn Kretschmer û ji wan xwest ku heta 20ê çileya pêşîn avahî bê valakirin. Li ser vê di 21ê çileya pêşîn de çalakiyên protestoyê dest pê kirin. Bi hezaran kes beşdarî protestoyê bûn û gelek polês û çalakvan ji ber mudaxeleya li protestoyan birîndar bûn.
Polêsên Hambûrgê ji ber ku li hemberî çalakvanan neçar man hin derên Hambûrgê wek "heremên bi talûke" diyar kirin. Li navçeyên Altona, Sankt Paûlî û Sternschanzeyê nasnameyê welatiyan tên kontrol kirin û kesên ku ketina wan a bajêr qedexe ye tên tespîtkirin. Di kontrolên heta niha de 62 kes hatin tespîtkirin.
Koma Partiya Çepgir a Meclisa Hambûrgê tevgerên polêsan rexne kir û diyar kir ji ber van tevgerên polêsan dibe ku serî li darazê bidin.
Partiya Demokrat a Civakî ya ku xwediyê desthilatiya Hambûrgê ye jî tewdîran baş dibîne.
- Rota Flora weke sembol tê hesibandin
Komên çepgir û xweser Rota Florayê ji bo xwe wek sembol dihesibînin, di sala 1989an de avahî dagir kirin û ji bo civîn û çalakiyan bi kar tînin. Di sala 2001ê de avahî hat firotin lê koman dest ji avahiyê nekirin û hemû tevgerên xwe wek berê domandin, guh nedan tu hişyariyên ji bo valakirinê û li ser vê jî hat xwestin ku ew bi zorê ji avahiyê bên avêtin. Li ser vê protestoyan dest pê kir û bûyer her ku çû mezin bûn û hin deverên Hambûrgê wek herêmên bi talûke hatin îlan kirin.
Xwediyê avahiyê Klaûsmartîn Kretschmer dixwaze ku li cihê avahiyê avahiyeke nû ava bike lê komên çepgir jî dixwazin ku avahî neyê hilweşandin û bila wek navenda çandê bê bikaranîn.
Navenda Çandê ya Rote Florayê li bajaroka Schanzenvîertelê ye û ev der jî li ser Sternschanzeya navçeya Hambûrgê ye.