Nihat Kavşut
08 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2017
HAMBURG
Li Almanyayê li Hamburga Zîrweya Serokan a G20ê tê kirin polêsan midaxeleyî xwepêşandan û çalakiyan kir û li semta Schanzenviertelê kolana Schulterblattê bi qismî hat kontrolkirin.
Li kolana Schulterblattê çalakvanan barîkatên danîbûn şewitandin û piştî xwepêşandan û çalakî mezin bûn gelek polês û hêzên ewlehiyê sewqî ciyê bûyerê kirin û li Schulterblatta navenda xwepêşandan û çalakiyan e li ser agahiya wê bi molotofan êrişî polêsan bikin hêzên ewlehiyê midaxele kirin û ketin gelek mal û avahiyan.
Polêsan bi xaz û ava bitazyîq midaxeleyî çalakvanan kir. Di midaxeleyê da polêsan gelek kes binçav kirin û hin çalakvan jî di nav kuçe û kolanan da belav bûn.
Piştî midaxeleyê kolan bi piranî hat kontrolkirin, lê dîsa jî hin komên biçûk li herêma Schanzenviertelê çalakî kirin û zirar dan derdorê.
Çalakvanên li semtê Schlumpê barîkat danîn û êrişî polêsan kirin. Polêsan li herêmê hemû rêy girtin û midaxeleyî çalakvanan kirin.
Wek mayîn hin rojnamevanan li ser Twitterê daxuyanî da û destnîşan kirin polêsan midaxeleyî rojnamevanan jî kiriye.
Frank Schneiderê nûçegihanê rojnameya Bildê destnîşan kir polêsan rasterast êrişî rojnamevanan kiriye.
Li Hamburgê do li hin herêman çalakî û xwepêşandan dest pê kirin. Di çalakiyan da gelek wesayit hatin şewitandin. Çalakvanan barîkat çêkirin û di navbera çalakvan û polêsan da pevçûn derketin. Wek mayîn hatibû ragihandin di xwepêşandan û çalakiyan da 197 polês birîndar bûne.