Muhammet Kurşun
09 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2017
WASHINGTON
Serokê Emrîkayê Donald Trump ragihand ku wext hatiye bi Rûsyayê re têkiliyên erênî deynin.
Trump li ser hesabê xwe yê resmî yê Twitterê der barê hevdîtina digel Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn de nirxandin kirin.
Trump bal kişand ser wê yekê ku zîrweya li Hamburgê ji bo Emrîkayê serkeftin e û cih da van îfadeyan:
"Min ragihand ku divê peymanên tîcarî yên gelekî xerab ku Emrîkayê berê kiribûn werin rastkirin. Emê vê bikin."
Serokê Emrîkayê destnîşan kir ku bi Pûtîn re li ser midaxeleya Rûsyayê li hilbijartina Emrîkayê axivîne û wiha dewam kir:
"Der barê midaxeleya Rûsyayê li hilbijartina me de min du caran israr li Pûtîn kir. Bi zimanekî qetî red kir. Jixwe min raya xwe diyar kiribû."
Herwiha Trump bibîr xist ku ji bo hin cihên Sûriyê bi Pûtîn re li hev kirine û wiha got: "Niha wext e em der barê Rûsyayê êrênî bin."
Di dawiyê de anî ziman ku heta problemên Sûriye û Ukraynayê çareser nebin tiştek nayê kirin.