Gabrîel li Navenda Giştî ya SDPê bi nûnerên êzdiyên ku li Almanyayê dijîn re hevdîtin kir û piştî hevdîtinê daxuyanî da çapemeniyê.
Gabrîel destnîşan kir, êzdiyên ku li Iraqê dijîn tên qetilkirin û civata navneteweyî jî ji ber van bûyerên diqewimin matmayî ne.
Gabrîel daxuyand ku êzdiyan beriya van bûyeran hîşyarî dabû ku ev bûyer wê derbikevin û wiha dewam kir: "Ji ber ku artêşa Iraqê û qismekî Pêşmergeyan ji cihên ku êzdî lê dijîn vekişiyan rewşeke wiha erjeng derket holê. Ji ber vê çendê bû ku DÎŞIyê ew qas zûtir ew der bi dest xist."
Gabrîel got ku ne pêkan e ku mirov rewşê bi kelîmeyan bibêje, lewra li wê derê amadehiya kokqelandinê ye, wekî din tiştek nîne.
Gabrîel bi bîr xist ku Almanyayê nêzî 4 milyon û nîvî avro alîkarî da kurdên Iraqê û wiha dewam kir: "Li gor fikra min alîkarî dê bidome. Almanya wê li gor pêdiviyên alîkariyê ya civata navneteweyî dê alîkarê bike."