Alîkarê Serokwezîr Alî Babacan got ku hin hêz dixwazin ku ber li pêvajoya çareseriyê ya ku Tirkiyeyê dabû dest pê kirin bigrin; lê gel li pêvajoya çareseriyê xwedî derdikeve û piştgiriyeke mezin dide pêvajoyê û wiha dewam kir: "Em bi xwedîderketina gel ve kêfxweş dibin. Piştgiriya gel garantiya pêvajoyê ye û heta ku piştgirî dewam bike dê pêvajo jî teqez dewam bike."
Babacan ji bo beşdarî Civînên Biharê yên Bankeya Dinyayê-IMF û rûniştinên G20î bibe çû Washingtonê. Babacan piştî civînan, pirsên nûçegihanên AA û TRTyê bersivandin.
Babacan ragihand ku serokatiya serdema G20î ya îsal dê Tirkiye bike. Babacan got ku "Lûtkeya G20î" dê di meha mijdarê de li Antalyayê bê kirin, herwiha xebatên ku em niha dikin jî ji bo amadekirina bingeha civînê ne.
-"Gelê me li pêvajoya çareseriyê xwedî derdikeve"
Alî Babacan li ser pirsa rojnamegeran, der barê pêvajoya çareseriyê de jî axivî û destnîşan kir ku pêvajo tê wateya çareserkirina pirsgirekekî ku zêdetirî 30 saliye dewam dike û wiha got: "Bi pêvajoya çareseriyê dê hemû welatiyên Komara Tirkiyeyê bigihîjin mafên xwe yên navneteweyî û kurewî. Ji hemû maf û azadiyan bi dilê xwe sûdêwergirin. Herwiha ew ê dewleta me jî li gor dîn, bawerî û mezheba welatiyan tevnegere û li hemû welatiyan xwedî derbikeve."
Babacan got dibe ku di vê pêvajoya çareserkirina pirsgirêkê de hin alozî derbikevin û hin qeza çêbin û wiha pê ve çû: "Mixabin, hin alî dixwazin ber li pêvajoyê bigrin. Lê em ji kîjan alî ve binêrin jî em dibînin ku gelê me bihêzdarî xwedî li pêvajoyê derdikeve. Ji çaraliyê Tirkiyeyê ve gelê me piştgiriyê dide pêvajoyê."
Babacan ragihand bi wesîlaya pêvajoyê dê ne tenê aboriya Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê, ew ê ya hemûyê Tirkiyeyê geş bibe û pêşvebiçe.