Fatih Gazioğlu
11 Tebax 2018•Rojanekirin: 13 Tebax 2018
SEATAC
Li Amerîkayê balafireke ku ji Balafirgeha Seattle-Tacomayê hatibû revandin, li nêzî bajarê Seattleyê ket xwarê.
Rayedaran diyar kir ku balafir ji aliyê teknîsyenekî va hatiye revandin û li Geliyê Pugetê ketiye giraveke biçûk.
Li gor agahiyan, balafira bi tîpa Bombardîer Q400 ya şirketa Horizonê bû û rêwiyên wê tunebûn.
Li gor agahiyan kesê ku balafir revand merivekî 29 salî ye û belgeya wî ya firînê jî tunebû.
Berdevkê Emniyetê yê herêma Pîerceyê Ed Troyet li ser hesabê xwe ya twîtterê daxuyanî da û got ku teknîsyenê ku balafir revandibû dixwest xwe bikuje û tu eleqeya bûyerê bi terorê ra tuneye.
Hat ragihandin ku balafir beriya ketinê ji aliyê balafirên eskerî va hatiye şopandin û ev jî di dîmenên weşandî de xuya dike.