Abdullah Tel
11 Tebax 2018•Rojanekirin: 12 Tebax 2018
NEW YORK
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di nivîsa xwe da ji bo tevgera Amerîkayê ya dijî Tirkiyeyê wiha got: "Di heyameke ku xerabî li çar aliyê dinyayê belav bûye da Amerîkaya ku ev demeke dirêj e mutefîqê me ye li hemberî Tirkiyeyê bi gava yekalî avêt bi tenê zirarê dide berjewendî û ewlehiya Amerîkayê. Washington hê ku dereng nîne lazim e dev ji vê fikra xwe ya xelet berde û qebûl bike ku alternatîf ji bo Tirkiyeyê hene. Heke ew vê trenda bi yekalî û bêhurmetî neguherînin em ê li dost û mutefîqên nû bigerin."
Serokomar Erdogan ji bo rojnameya New York Timesê gotareke ingilîzî ya bi sernavê "Tirkiye Qeyrana bi Amerîkayê ra Çawa Dibîne?" nivîsî û li ser rageşiya ku demên dawîn di navbera herdu welatan da diqewime sekinî.
Erdogan ragihand ku Tirkiye û Amerîka di 60 salên dawîn da şirîkên stratejîk û mutefîqên NATOyê ne û destnîşan kir ku di heyama Şerê Sar da û piştî wê heyamê herdu welêtan ji bo zehmetiyên hevkar mil dan hev û wiha pê da çû: "Tirkiye bi salan ji bo alîkariyê dema hewce kir pişgirî da Amerîkayê. Eskerên me di şerê Koreyê da gel hev têkoşiyan. Di sala 1962an da ji bo ku Sovyet moşekên xwe ji Kubayê û rêveberiya Kennedy jî moşekên xwe yên Jupîterê ji Tirkiye û Îtalyayê bikişînin hewl da. Piştî êrîşên 11ê Îlonê yên li ser Amerîkayê jî Tirkiyeyê ji bo têkoşîna dijî kiryarên bûyerê yekîneyên xwe yên eskerî bo serfiraziya mîsyona NATOyê şand Efxanistanê."
Erdogan diyar kir ku Amerîka qisawetên gelê Tirkiyeyê fehm nake û rêzê nîşanî wan nade û wiha pê da çû: "Di salên dawîn da şirîkatiya herdu welêtan jî bi nelihevkirina tê pûçkirin. Mixabin hemû hewlên me yên ku ji bo ev trenda bi talûke ji hol rabe badilhewa çû. Amerîka heke rêzê nîşanî serdestiya Tirkiyeyê nede û îspat neke ku ew, van talûkeyên miletê me pê ra rû bi rû mane, fehm dike wê demê şirîkatiya me yê jî mimkun e ku bikeve rîskê."
- "Li hemberî hewla derbeya FETOyê berteka wê ji dil û can nebû"
Serok Erdogan bal kişand ser hewla derbeya mensûbên Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya ku serkêşê wan Fetullah Gulen li Pensîlvanyayê ye û di 15ê Tîrmeha sala 2016an da êrîşî ser Tirkiyeyê kirin.
Erdogan li ser tevgerên Amerîkayê yên berî hewla vê derbeyê û piştî wê ku nîşan da sekinî û wiha dewam kir: "FETOyiyan hewl dan ku li hemberî hikûmeta min derbeyekê bikin. Wê şevê bi milyonan welatî bi hesta welêt ku bêguman welatiyên Amerîkayê jî piştî Pearl Harbour û êrîşên 11ê Îlonê pê zanin, daketin kuçeyan."
Serokomar Erdogan ragihand ku di wan êrîşên bêbext da nas û dostên wî jî tev 251 welatiyên mesûm ên Tirkiyeyê ji bo azadiya welatê xwe berdêl dan û wiha pê da çû: "Ew mangaya kuştinê heke wê şevê bi ser keta ez jî tevlî malbata xwe dibûm ji wan yekan. Gelê Tirk xwest ku Amerîka vê êrîşê bi zimanekî teqez şermezar bike û bilêv bike ku ew li cem hikûmeta hilbijartî ya Tirkiyeyê cih digire. Lê Amerîkayê ev nekir. Berteka wê ya li hemberî bûyerê ji dil û can nebû."
Serok Erdogan got ku piştevaniya Amerîka li Sûriyeyê dide PYD/YPGya baskê PKKya rêxistina terorê jî yek ji xeyalşikestinên din ê di navbera herdu welatan da ye.
Di berdewamiya nivîsa xwe da Serokomar Erdogan helwesta ku di meseleya Qibrîsê û bakurê Sûriyeyê da li dijî berjewendeyên Tirkiyeyê hatin nîşandan bi bîr xist û ragihand ku digel hemû îtirazan dema hewce bike Tirkiye ji bo parastina berjewendiyên xwe yên neteweyî gavên hewce dike wê biavêje.