İbrahim Atmaca
14 Gulan 2019•Rojanekirin: 14 Gulan 2019
Li Alaskaya eyaleta Amerîkayê du balafirên behrê ku rêwiyên keştiya cruiseyê tê da bûn, li hewa hev ketin û 5 kes mirin, 10 kes birîndar bûn.
Li gor nûçeyên çapemeniya Amerîkayê li başûrê rojhilata Alaskayê du balafirên behrê ku rêwiyên keştiya cruiseyê tê da bûn, li hewa hev ketin.
Di qezayê da 1 jê pîlot 4 jê rêwî 5 kes mirin, 10 kes birîndar bûn, kesek jî hê winda ye.
Rayedarên tenduristiyê gotin ku ji birîndaran rewşa yekî giran e.