Haydar Şahin
23 Mijdar 2018•Rojanekirin: 24 Mijdar 2018
NEW YORK
Li Amerîkayê "Îna Reş" (Black Friday) dest pê kir, di vê rojê da gelek erzanî tên kirin û gel dest bi danûstandinê dike.
Har sal pêncşema 4an a mijdarê wekî "Roja Şikrê" tê pîrozkirin û îna pey vê rojê jî wekî Îna Reş tê binavkirin. Îsal jî danûstandina di Îna Reş da ji êvara pêcşemê dest pê dike.

Bi hezaran kes li pêşiya mixazeyên mezin ên li New Jersey û New Yorkê ketin dorê, guh nedan sermayê û bi saetan ji bo destpêkirina firotinê sekinîn.
Li gor saeta herêmî hin mixazeyan di saet 17.00an da hin mixazeyan jî di saet 18.00an da dest bi firotinê kirin û gel ji erzaniyê îstifade kir.

Di erzaniya Îna Reş da dîsa herî zêde eleqe nîşanî cihazên elektronîk dan.
Li Washîngtona paytext jî heman rewş hat dîtin. Li pêşiya marketên mezin ên li bajêr û mixazeyên parakendeyê rêzên dirêj çêbûn.
Navenda Meteorolijiyê ya Neteweyî ya Amerîkayê diyar kir ku ji sala 1901î vir da Roja Şikrê ya herî sal îsal hat dîtin.