Abdullah Tel
23 Mijdar 2018•Rojanekirin: 25 Mijdar 2018
GULÎSTAN
Li Gulistana eyaleta Îranê merasima mehr birînê ya komî hat kirin û ji ber ku kesên mehra wan hat birîn ji neteweyên curbecur bûn jî dîmenê xweş û rengîn derketin meydanê.
Merasima mehr birînê ya komî bi destê Saziya Mîrata Çandî û Hûnerên Dest ên Tûrîzmê ya Serokomariya Îranê va li bajarê Gurgan a ser eyaleta Gulistanê ye hat kirin. Di merasimê da ji Tirkmenan bigre heta Sîstanî-Fars, Kehtûl û neteweyên din bi tevahî mehra 25 bûk û zavayan hat birîn.

Di merasima mehr birînê da ji ber piraniya neteweyan dîmenên rengîn hatin kişandin û dewetên kevneşopî yên Tirkmenan jî bal kişandin.
Di dewetên Tirkmenan da kolosê ji rîs ên ku didin serê zava wek kevneşopî dewam dike û piştî ku mehra bûkên Tirkmen jî hat birîn kuma bi navê "annak" a nîşaneya zewacê ye didin serê bûkan.

Di merasimê da ji ber cil û bergên kevneşopî yên ku Tirkmen û neteweyên din li xwe kiribûn dîmenên xweş derketin holê.

Şêniyên herêmê jî eleqeyeke mezin nîşanî merasima mehr birînê ya komî dan û lîstik û govend ên herêmî hatin lîstin bi zimanên neteweyên li wir stran hatin gotin û paşê jî merasim bi dawî bû.
Nûçegihan: Muhammet Kurşun