Fatih Gazioğlu
22 Mijdar 2019•Rojanekirin: 23 Mijdar 2019
Li Sydneya bajarê Avustralyayê jineke misilman ya ducanî, dema bi hevalên xwe ra li kafeyê rûdinişt rastî êrîşa zilamekî hat.
Li gor daxuyaniya ku ji Polêsê Eyaleta Gallerê Başûrê Nû hat dayîn, bûyer li taxê Parramatayê li kolana Church Streetê li kafeyekê da qewimî.
Rana Elasmara 31 salî û ducanî dema ku bi hevalên xwe ra li kafeyê rûdinişt, rastî êrîşa zilamekî ku navê wî Stîpe Lozîna ye, hat.
Elasmara jin di encama derbeyên zilamê êrîşkar ket erdê û birîndar bû. Jina misilman bi xêra merivên derûdor ji destê zilam hat xilaskirin.
Dîmênên êrîşê li ser medyaya civakî hatin weşandin, li ser vê gelek kesan bertek nîşanî bûyerê da.
Li gor nûçeyên ku li çapemeniya welêt hatin weşandin hat gotin ku ev êrîş, êrîşeke 'nîjadperestî' ye û êrîşkar ji ber neyartiya misilmanan ev çalakî kiriye.
Li welêt gelek saziyên civakî yên sivîl bertek nîşanî bûyerê dan û gotin ev êrîş nayê qebûlkirin.
Serokê Federasyona Konseyên Îslamî ya Avustralyayê (AFIC) Dr. Ratep Jneîd daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew vê êrîşê şermezar dikin û wiha axivî:
"Ev êrîşeke zehf kirêt e. Divê êrîşkar bi cezayekê mezin bê cezakirin. Ev êrîşeke nîjadperest û îslamîfobîk e. Em şermezar dikin."