Parlementerê Partiya Yekîtiya Îslamî (Yekgirtû) Adil Nûrî li navenda partiya xwe ya li Silêymaniyê civîna çapemeniyê li dar xist. Nûrî destnîşan kir ku xwendekarên kurd ên ku nikarin ji Bexdayê derkevin di ewlehiyê de nînin û divê demildest bên tehliyekirin.
Nûrî diyar kir ji ber ku rê ketine destê DÎŞIyê xwendekar nikarin ji Bexdayê derkevin û wiha axivî: "5 xwendekarên kurd ên ku li Bexdayê dixwînin, hefteya borî ji bo ku vegerin malên xwe ber bi Kerkûkê ve derketin li ser rê. Hin kesên ku li ser wan unîformayên leşkerên Iraqê hene, ew dîl girtin. Ev kesên ku nasnameyên wan ne diyar in, ji malbatan 100 hezar dolar fidye xwestin. Pişt re ev 5 xwendekar li beramberî 60 hezar dolarî serbest hatin berdan. Rewş ev qas xeternak e."
Nûrî da zanîn ku 175 xwendekaran karîn ku bi balafirê xwe bigihînin herêma Kurdistanê, yên ku wir man ji wargehên ku wir diman derketin û xwe li cihên din vedişêrin.
Nûrî diyar kir ji ber ku li Bexdayê amûrên înternet û ragihandinê kêm in, bi hêsanî, nikarin xwe bigihînin xwendekaran û da zanîn ji bo ku bikarin 200 xwendekarên ku tespît kirine tehliye bikin, dê balafireke taybet kirê bikin.