13 Sibat 2016•Rojanekirin: 14 Sibat 2016
HELEB
Li Azeza navçeya Helebê pevçûnên di navbera Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) û mensûbên PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê de berdewam dikin.
Zekeriya Karsliyê fermandarê tirkmen ê Cephetul Şamiyeya girêdayî AASê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku PYDyê ev 3 roj in ku li Azezê êrîşên xwe zêde kirine.
Karsli bi bîr xist ku 4 gundên nêzî Azezê pêr ketin destê PYDyê û got ku "Me hêzên PYDyê yên ku bi piştgiriya hewayê ya Rûsyayê xwest ku Azezê dorpêç bike bi qasî 2 kîlometro dûr xist lê belê pevçûn kêm jî be cî bi cî berdewam dikin."
Karsli bi bîr xist ku AASê piştgiriya hewcedar ji wan re şand û da zanîn hewl didin ku mensûbên PYDya ku duh bi qadî 500 metro nêzî navçeyê bûn bi temamî ji herêmê derxînin.
Karsli qal kir ku hewcedariya wan bi çek û cebilxaneyê heye.
Karsli got balafirên ûris bombebarana ser Til Rifata li başûrê Azezê berdewam dike û wiha axivî: "Esed û hêzên PYDyê bi piştgiriya hewayî ya balafirên ûris pêş bikeve. Hewcedariya me gelekî bi melzemeyên eskerî hene. Ji ber vê jî em ji hemû welatên dost arîkariyê dixwazin."