16 Mijdar 2019•Rojanekirin: 17 Mijdar 2019
Li navçeya Babê ya li bakurê Sûriyeyê di êrîşa terorê ya bi wesayîta bombebarkirî hat kirin da 18 sivîl hatin kuştin, 27 sivîl birîndar bûn.
Li otogara navçeyê ya Baba li herêma Herekata Mertalê Feratê ya di kontrola mixalifan da bi wesayîta bombebarkirî êrîşa terorê hat kirin.

Di êrîşê da 18 sivîl hatin kuştin, 27 sivîl birîndar bûn.
Di encama teqînê da gelek wesayît şewitîn û di avahiyên li der û dorê da zirareke mezin çêbû.
Ekîbên Parastina Sivîlan ên gihîştin dewsa bûyerê midaxeleyî şewatê kirin.
YPG/PKKya rêxistina terorê ya bi Herekata Çiqlê Zeytûnê ji Efrînê hatibû derxistin li Til Rifata herêma li bakurê rojavayê Babê dagiriya xwe didomîne. Rêxistina li vê derê bicî bûye gelek caran wargehên di kontrola Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê da dixe hedef.