Önder Beyter
15 Mijdar 2017•Rojanekirin: 16 Mijdar 2017
ANKARA
Hat ragihandin di erdheja li ser sînorê Iraq-Îranê ya ku lerza wê 7,3 bû da hê jî alîkariya mirovî negihîştiye hin deverên bajarê Serpolzehaba girêdayî eyaleta Kirmanşana Îranê.
Di nûçeya ajansa nîvfermî ya nûçeyan a Îranê Tesnîmê ya li ser zarê xelkê herêmê da hat destnîşankirin ku li bajarê Serpolzehabê ji ber dabînnekirina konan, gelek kesî piştî erdhejê şeva xwe ya sêyemîn jî li derva derbas kir.
Di nûçeyê da cih dan hawara xelkê deverê da ku alîkariya wan bikin û wiha hat gotin, "Xelkê deverê yê ku ji alîkariya dewletê hêviya xwe birî, bangî gelê Îranê dike ku destê alîkariyê bidin wan."
Di nûçeyê da herwisa bal hat kişandin ku alîkarî bi taybetî negihîştiye gundên herêmê û di nûçeyan da cih dan peyamên gelê herêmê ku destnîşan dikin, ji pêdawîstiyên sereke yên wekî xida, derman û konan mehrûm in.
Waliyê Serpolzehabê Ekber Sencabî di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê Tesnîmê da destnîşan kir ku gelek pakêtên alîkariyê gihîştin herêmê û wiha dewam kir, "Lê pakêtan têrê nekir. Digel ku sê roj di ser erdhejê ra derbas bû, hê jî beşek ji xelkê Serpolzehabê şeva xwe li derva di sir û sermayê da derbas dike."
Sencabî diyar kir ku li herêmê qedera 10 hezarî kon hatin belavkirin û wiha îdia kir, "Sedema kêmasiya konan ew e ku welatiyên malên wan saxlem in jî ji ber tirsa dubarebûna erdhejê venagerin malên xwe."
Ji hêla din, Wezîrê Karên Derva yê Îranê Mûhemmed Cevad Zerîf jî di daxuyaniya xwe ya li ser Twitterê da spasiya welatên ku teklifa alîkariyê kiribûn kir û destnîşan kir ku pêdiviya wan bi alîkariya navneteweyî tune û aniha ew bi derfetên xwe serederiya rewşê dikin.