15 Mijdar 2017•Rojanekirin: 15 Mijdar 2017
KUWEYT
Seredana Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a Kuweytê di çapemeniya wî welatî da dengekî mezin veda.
Rojnameya "El Enba"yê ziyareta Serokomar Erdogan a Kuweytê di manşetê da bona xwênerên xwe ragihand. Rojnameyê nûçeya seredana Erdogan bi sernava "Kuweyt û Tirkiye, Hevkariya Stratejîk" va belav kir.
Rojnameyê di nûçeya xwe da destnîşan kir ku di seredana Erdogan da sê peyman hatin îmzekirin da ku peywendiyên herdu welatan di gelek warî da pejal vekin.
Rojnameya "El Cerîde"yê jî bi sernava "Zîrveya Emîr-Erdogan" va seredana Serokomar Erdogan di rûpela yekemîn da ragihand. Herwiha rojnameyê di temamê rûpelekê da cih da hûrguliyên nûçeyê. Rojnameyê diyar kir ku peywendiyên Kuweyt û Tirkiyeyê bi sê peymanên ku di seredana Erdogan da hatin îmzekirin va hatin xemilandin.
Rojnameyeke din a Kuweytê "Eş Şahid"ê jî dîsa manşeta xwe ji ziyareta Erdogan ra veqetand û diyar kir ku rêberên herdu welatan li ser kêşeyên girîng ên herêmê rawestiyan. Rojnameyê ragihand ku Serokomar Erdogan çû seredana Balafirgeha Kuweytê ya ku bi destê şîrkete tirk tê çêkirin.
Rojnameya "En Nehar"ê jî di rûpela yekemîn da cih da seredana Erdogan û destnîşan kir ku di ziyaretê da geşedanên dawîn ên li herêmê hatin gotûbêjkirin û herwiha ji bo çareserkirina kêşeyan herdu aliyan guhdariya nêrînên hev kirin.