Elif Orhan
02 Hezîran 2018•Rojanekirin: 03 Hezîran 2018
ANKARA
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Sererkaniyê hat dayîn îro li bakurê Iraqê di dema xebata çêkirina rê de mensûbên rêxistina terorê ya dabeşker bi roketavêjan êrîş birin ser makîneya kar a eskerî.
Di êrîşê de 2 esker şehîd ketin eskerek jî bi xedarî birîndar bû.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Xwedê rehma xwe li şehîdên me yên ezîz ên ku di vê êrîşa ku em gelekî xemgîn kirin de mirin bike, serê malbatên dilsoj a şehîdên me, Artêşa Tirkiyeyê û gelê Tirk sax be û Xwedê sebrê bide û em ji bo eskerê xwe yê birîndar jî şifaya xêrê dixwazin.
Artêşa Tirkiyeyê bi hêza ku ji gelê Tirk distîne heta ku terorîstê dawn bê berterefkirin dê têkoşîna xwe ya dijî rêxistinên terorê bi biryardarî bidomîne."