31 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 01 Sibat 2017
WASHINGTON
Hat ragihandin li Balafrigeha Nêvnetweyî ya Washington Dullesê ku li Virginiaya eyalata DYAyê ye, destê zarokekî 5 salî yê welatiyê Îranê bi seatan kelemçekirî maye.
Nûçeya, 'Li Balafrigeha nêvnetweyî ya li Virginiaya DYAyê, polîsan destê zarokekî 5 salî ku hem welatiyê Amerîkan û hem jî yê Îranê ye hat kelemçe kirin' di çapemeniya DYAYê da reng veda.
Di nûçeyan da hat tomarkirin ku zarokê ku dayika wî welatiya Îranê ye ew bi xwe li eyaleta Marylanda DYAyê jidayik bûye. Piştî binçaviya ku bi seatan ajot endamên malbatê hatin berdan.
Ev mijar di birîfînga Qesra sipî da jî bû rojev.
Berdevkê Qesra Sipî Sean Spicer got, "Fikra dibêje ji ber temen ya jî ji ber cinsiyetê talûke tune ye, dibe ku mirov bixe şaşiyê da. Ev tedbîreke ewlekariyê ye û li gor prosedurê ye."