Nihat Kavşut
29 Hezîran 2018•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2018
DERA/ANKARA
Hejmara kesên ku ji ber êrîşên rejima Beşşar Esed û alîgirên wê yên dijî Deraya bajarê Sûriyeyê koçî sînorê Urdin û Îsraîlê kirin derket 150 hezarî.
Li gor agahiyên çavkaniyên parastina sivîl ji ber êrîşên rejima Beşşar Esed û alîgirên wê yên dijî Deraya bajarê Sûriyeyê herî kêm 150 hezar kes koçî Girên Golanê kirin ku di bin destê Urdin û Îsraîlê da ye.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê yê li Derayê sivîlên ku koçî sînorê Urdinê kirin ji ber ku rêvebiriya Ammanê destûr nade li zeviyên li ser sînor dijîn.
Koça xelkê Derayê bi kamyonet, motorbisqilêt, traktor û wesaîtên xwe yên curbecur dewam dike.
Bajarên Dera û Kuneytrayê ku li rojavayê başûrê Sûriyeyê ne di pêvajoya Astanayê da ku dewletên garantor Tirkiye, Rûsya û Îran in Gulana 2017an di nav 4 herêmên kêmkirina aloziyê da hatin qebûlkirin. 2 meh bi şun da Amerîka, Rûsya û Urdinê Dera û Kuneytrayê di nav peymaneke taybet da hesibandin. Amerîkayê êdî piştgirî nedida hêzên mixalif.
Digel hişyariyên Amerîkayê rejim û alîgirên wê ji bona ku başûr bi dest bixin 20ê Hezîranê dijî Derayê operasyon dabûn destpêkirin.
Çend roj berê Neteweyên Yekbûyî hişyarî dabû ku li Derayê 750 hezar kes di talûkeyê da ne û 45 hezar kes jî koçber bûne.
Li herêmê ji ber êrîşên di 2 rojên dawîn da hejmara kesên hatin kuştin derket 55an.