23 Sibat 2016•Rojanekirin: 24 Sibat 2016
ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu got: "Çi qas ji destê me were em ê van mirovan li binxetê, nav axa Sûriyê da bihêlin û em ê li wê derê alîkariyê bidin wan. Lêbelê dîsa jî bixwazin werin û li wê herêmê talûkeya wan hebe, em ê sînorê xwe tu wextî negrin. Em birayên xwe yên sûriyeyî li ber însafa rejima barbar, DAEŞ, Îran an jî hêzên din ên sehayê ra nahêlin."
Davutoglu li kanala "Al Jazeera"yê pirsên rojnameger Cemal el Şayyal ên li ser rojevê bersivandin.
Davutoglu li ser pirsa di nav 24 saetan da kifşkirina kiryarê êrîşa terorê ya Enqerê da got ku wan piştî êrîşê jêpirsîn da destpêkirin û nasnameya kesê ku êrîşa xwekujiyê kir, hat kifşkirin.
Davutoglu got: "Ev teşebusa hevpar a YPG û PKKê ye. Jixwe YPG jî şaxeke PKKê ye. Tu şik û gumaneke me tuneye."
Serokwezîr Davutoglu ji bo pirsa "We wek sûcdar komên kurdan ên çekdar da nîşan. Ji bilî vê we got ku di eslê xwe da rejim piştgiriyê dide van koman û ew jî sûcdar in. Tirkiye ji bo vê yekê kîjan tevdîran plan dike?" wiha bersiv da: "Tenê em sûcdar nakin. Nûnerê NYê yê Sûriyê jî got ku têkiliya wan bi YPGê ra heye. Ango ev têkiliyeke eşkere ye. Rejimê YPG derxist holê û piştgiriyê didê. Îro Rûsya jî piştgiriyê dide YPGê. Ev êrîşeke terorê ye ku rejimê piştgirî dayê."
Davutoglu destnîşan kir, kesên ku êrîş kirin, wê hesab bidin û wiha dewam kir: "Lêbelê em ê biryarê bidin ku wê kengê û çawa bibe. Dema ku ev bû, her kesê bibîne ku Tirkiye çawa bersivê dide her êrîşê û meydanxwendinê."
Davutoglu diyar kir ku Rûsya li ber vê ne asteng e û wiha dewam kir:
"Dilê gelê Sûriyê bi me ra ye û tu kes nikare gel têk bibe. Ev li welatê din jî bû. Di êrîşên li Azezê yên vê axiriyê da jî dema ku rêgezên me yên angajmanê binpê kirin, me sê rojan li ser hev bersiva xwe da kozikên YPGê. Heke sînorê tirk were tehdîdkirin, em ê her tiştî bikin û bidomînin. Heke zêdetir penaberan bişînin Tirkiyê, helbet çi pêkan be Tirkiyê bike, ev mafê Tirkiyê ye û wê her cure tevdîr werin dîtin."
- Piştgiriya gelê Sûriyê ya Tirkiyê
Serokwezîr Davutoglu diyar kir, welatên Ewropayê fêm kirin ku li bakurê Sûriyê pêdivî bi herêmeke ewledar heye û wiha dewam kir: "Ev pozîsyona me û YE ya hevpar e. Hem ew hem em baş dizanin ku mebestan tehrîkên ku vê gavê dikin, li YEyê û Tirkiyê çêkirina qrîzeke penaberan e."