Haydar Şahin
09 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2020
Dergûşa 15 rojî ya dema malbata wê ji ber êrîşên li Sûriyeyê mala xwe terk kir û koç dikir di rê da hat dinyayê li benda alîkariyê ye ku ewre dermankirin.
Êrîşên rejima Esed û Rûsyayê yên li ser herêma Îdlibê dewam dikin, serpêhatiyên malbatên ji ber êrîşan koç dikin dilê merivan dax dikin.
Fedwa Yasîna jina bizaro ya bi 4 zarên xwe û mêrê xwe ra 15 roj berê ji mala xwe ya li Maarratinnumanê derket rê çend saetan di wesayîtê da di rê da ma.
Di vê demê da sanciya jinê dest pê kir û bi alîkariya hemşîreya gazî kirin va welidî û dergûşa xwe anî dinyayê.
Paşê bi malbatî çûn cem malbateke eqrebe û bi qasî hefteyekî li cem wan man û ji derê jî derbasî kampa Harbanuşiyê bûn.
Daxwaza malbata di kon da jiyana xwe didomîne ew e ku Absîla dergûşa wan were dermankirin.

- "Îmkana me tune em bibin doxtor"
Yasîna dayîk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Ji ber şiliyê her alî di bin avê da maye, em serma dikin. Milekî dergûşa min hereket nake. Lêbelê li vê derê doxtor tunin. Me nebir. Daxwaza min ew e ku dergûşa xwe bibim ser doxtor. Îmkana me jî tune em bibin doxtor."
Cuma Ehmedê bav jî diyar kir ku êrîşî wargeha wan kirin.
Ehmed got ku artêşa Esed ji beja ra êrîş kir û wiha pê da çû:
"Em piştî rêwîtiyeke bi zihmet hatin vê derê. Me bi xwe ra tu tiştek neanî. Jina min di rê da welidî. Ji heftekî berê em li vê kampê sitar bûn. Li konê me her tişt kêm in. Di milê dergûşa me ya teze da pirsgirêk heye. Lê belê me îmkan nedît ku bibin doxtor. Ji dinyayê ra peyama me ew e ku bira vî halê me bibînin."

- Rewşa li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê
Îdliba li bakurê rojavayê Sûriyeyê hema bêje ji destpêka şerê navxweyî vir da wekî kelha mixalifan û komên çekdar ên dijî rejimê ye. Vê gavê ji ber koçberiya navxweyî serjimara Îdlibê gihîştiye 4 milyonî. Navenda Îdlibê di adara 2015an da kete kontrola mixalifan. Îdlib di nav ciyên ku rejim herî zêde êrîş dike da cî digre.
Tirkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da Îdlib wekî "Herêma Kêmkirina Rageşiyê" îlan kirin.
Hêzên Rûsyayê gelek caran agirbest binpê kirin li ser vê Tirkiye û Rûsyayê mitebeqateke din jî çêkirin. Ji mitebeqata ku di 17ê Îlona 2018an da di navbera Tirkiye û Rûsyayê da hat îmzekirin vir va di êrîşên rejim û Rûsyayê da ji hezar û 600î zêdetir sivîl hatin kuştin.
Di sala 2019an da li herêma Îdlibê ji milyonek û 300 hezarî zêdetir sivîl ji cî û warên xwe bûn.