Êzdî di kordînatoriya AFADê de bi mînûbêsan ve anîn konbajara Taxa Akçakayaya Midyadê.
Tenduristiya êzdiyan hat kontrolkirin û ew li konan hatin bicîhkirin.
Hejmara êzdiyên li Midyadê gihîşte 2 hezarî.
Serokê Komîsyona Konbajar Mehmet Îsa Kurnaz daxuyand ku 170 êzdî ji ber ku qebûl nekirine li kampê bisekinin, paşve hatine vegerandin.
Kurnaz got ku 21 êzdiyên ku li Taxa Guvenê di mêvanxaneyê hatine bicîhkirin jî şandine konbajarê Midyadê.
Kurnaz daxuyand ku ji navçeyên Şirnex, Cîzre û Silopiyê jî 200 êzdî dê werin.