Konbajarê ku ji bo kurdên sûriyeyî yên penaber niha li Sirûcê dimînin tê çêkirin dê di kanûna paşîn de temam bibe.
Nêzî 3 mehan berê li Kobanê ya li ser Helebê, di navbera hin komên kurd û rêxistina terorê DÎŞIyê de şer pêk hat. Piraniya jin û zarokên ku ji ber şer revîn û xwe sipartin Tirkiyeyê niha li Sirûcê dimînin. Li gor agahiyan niha li Tirkiyeyê nêzî 200 hezarî kurdên sûriyeyî yên penaber dijîn.
Qismek ji penaberan li bal eqrebayên xwe bi cih bûn. Piraniya penaberan jî li navendên ku AFAD û hin şaredariyan avakir hatin bi cih kirin. Li ser vê yekê AFADê ji bo mayîna penaberan dest bi çêkirina konbajar kir. Li gor agahiyan dê konbajarê ku ji bo penaberan tê çêkirin, di kanûna paşîn de temam bibe.
Dê 32 hezar kes karibin di kampê de bi cih bibin.