06 Tebax 2016•Rojanekirin: 06 Tebax 2016
WASHINGTON
Welatiyên Tirkiyeyî yên ku li Amerîkayê dijîn û misilmanên amerîkayî dê roja yekşemê li ber derê Qesra Spî mitînga "Dijî Derbeyan Demokrasî" li dar bixin.
Mitîng ji aliyê Komîteya Berhêlikirin a Tirk-Amerîkan (TASC) a ku nêzî 150 komeleyên tirk-amerîkan ên li DYAyê bin heman banê civandiye ve bi saeta Tirkiyeyê di saet 21.00an de bê lidarxistin. Di serî de ji paytext Washington û Virginiayê tê payîn ku ji eyaletên Marylad, New jersey û New Yorkê gelek kes beşdarî mitîngê bibin.
Mitîng dê bi navê "Dijî Derbeyan Demokrasî" bê lêdarxistin û tê payîn ku di mitîngê de li gel tirkên ku li DYAyê dijîn misilmanên amerîkayî yên ji gelên cuda û mirovên Tirkiyehez jî beşdarî mitîngê bibin.
Di mitîngê de teşebûsa derbeyê ya 15ê temûzê û rêxistina Terorê ya Fetullahî ya ku li pişt derbeya xwînrij bû dê bê lenetkirin.
Her wiha dê di mitîngê de ji aliyên AK Partî, CHP û MHPyê daxuyaniyeke hevpar bê xwendin û bi mitînga li Yenîkapiya Stenbolê re jî dê bên girêdan.