WASHINGTON
Der barê îdîaya rojnamegerê Amerîkayî Seymour Hersh a dibêje ku li pişt êrîşa kîmyewî ya ku rejîma Sûriyeyê di 21ê tebaxa par pêk anî de Tirkiye hebû daxuyanî dewam dikin. Piştî Qesra Spî, Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jî îdîaya Hers derewand. Berdevkê wezaretê bal kişand û got ku tu eleqeyeke Tirkiyeyê bi vê êrîşê re tuneye.
Berdevkê Wezaretê Jen Psakî li ser pirsa der barê mijarê de ya ku di brîfînga çapemeniyê ya rojane de jê hat pirsîn got cihê şikê qet nîne ku êrîşa kîmyewî ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve pêk hatiye.
Psakî wiha axivî: "Raportên me jî û îstixbarata ku me berhev kir jî wisa nîşan dide êrîşa ku di 21ê tebaxê de pêk hat bêşik ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve qewimî û jixwe girseyeke mezin a ji civaka navneteweyî jî di vê baweriyê de ye."