06 Tebax 2016•Rojanekirin: 06 Tebax 2016
DIYARBAKIR
Li Qulpa navçeya Diyarbekirê terorîstên PKKyî guleyên tacîzê berdan cihê kontrola rê ya gundparêzan, di encama gulebaranê de gundparêzek birîndar bû.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin terorîstên PKKyî guleyên tacîzê berdan cihê kontrolê ya li veqetîna Taxa Narlicayê ya rêya Qulp-Lîceyê.
Gundparêzan demildest bersiv dan pevçûn derket, di pevçûnê de gundparêzek birîndar bû.
Gundparêzê birîndar bi mebesta dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qulpê.
Ji bo girtina terorîstan li herêmê operasyon dan destpêkirin.