Li 8 cihên cuda yên paytextê Iraqê Bexdayê bombe hatin teqandin û di encamê de 25 kes mirin, 78 kes jî birîndar bûn.
Li gor çavkaniyên Wezereta Karên Navxweyî ya Bexdayê li herêma Es-Sadriye û El-Beyyayê wesaîtên bombebarkirî hatin teqandin. Di bûyerê de 7 kes mirin, 26 kes jî birîndar bûn.
Di êrîşa bombeyî ya ku li avahiya Midûriyeta Giştî ya Rêbêja li rojhilatê Bexdayê qewimî de jî 6 kes mirin û 17 kes jî birîndar bûn. Di teqînên ku li herêma Seyyîdiyê pêk hatin de jî 4 kes mir û 16 kes jî birîndar bûn.
Di êrîşa wesaîta bombebarkirî ya ku li Kolana Hayfayê qewimî de jî 2 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.
Li herêma Nahdayê jî 6 kes mirin û 14 kes jî birîndar bûn.