ŞAM
Li gor daxuyaniya Rêxistana Mafên Mirovan ya Sûriyeyê (SNHR) hêzên rejîmê ji hewa û erdê êrîş birin ser mixalîfan. Di êrîşan de li Helebê 101, li derûdorên Şamê 24, li Hamayê 10, li Derayê 6, li Xumûs û Deyrûz Zorê 3 û li Îdlibê kesek bi tevahî 148 kes hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya Komîteya Koordînasyona Herêmê ya Sûriyeyê (LCC) jî firokeyên Hêzên Hewayî yên Sûriyeyê bi "bombeyên varîl" êrîş birin ser 11 deverên Helebê. Di êrîşan de gelek kes birîndar bûn, avahî xerab bûn û gelek wesaîtan jî xesar dît.
Li gor daxuyaniyê ji ber ku li nexwaşxaneyên sahrayê gelek birîndar hene, bi awayekî acîl pêdiviya amûrên tibbî hene.