BEXDA
Di teqînên ku li Bexdaya paytextê Iraqê pêk hatin de 11 kes mirin û 29 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlekariyê hatin hildan, li herêma El-Habîbiyyeyê wesaîteke bombebarkirî hat teqandin. Di vê êrîşê de 7 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn.
Wesaîta bombebarkirî ya ku li herêma Es-Salihê hat teqandin jî bû sedema mirina 4 kesan û birîndarbûna 14 kesan.
Der heqê teqînan de ji meqamên fermî tu daxuyanî nehat dayîn û heta niha jî tu kesî teqîn hilnedan stûyê xwe.