AMASYA
Serokwezîr Davutoglu: "Em tu carî destûrê nadin fetretê, em destûrê nadin kesên ku dixwazin li vê derê tevliheviyê çêkin."
Serokwezîr Ahmet Davutoglu beşdarî merasima vekirina avahiyên li Amasyayê bû û li wir wiha axivî: "Em bi eşqa Tirkiyeya nû ve motanî eşqa Ferhat a ji Şirînê re, motanî eşqa Yeşîlirmakê ya ji Amasyayê re derketin rê. Di nav 40 rojî de gelek bûyerên ku em kêfxweş kirin derketin holê, em bi eydê re şa bûn lê belê hin êşqiya, vandal û terorîstan xwestin ku li bajarên me xirabiyan bikin."
Di axaftina Davutoglu de sernavên ku derketin pêş wiha ne:
"Niha em dibêjin bira tu kes dema ku azadiya xwe, azadiya civîn û çalakiyên xwe bi kar tîne rûyê xwe nepêçe. Jixwe em bi vê ve rûpoşên HDP, CHP û alîgirên wan vedikin, rûpoşên wan dadixin. Lewra ew siyasetê jî bi rûpoşan ve dikin, vandalan jî bi rûpoşan ve dişînin kuçe û kolanan. Rûpoşên wan vebûn. Rûpoşa wan kesên ku bi navê 'aştî û dekmorasiyê' partiyê vedikin û paşê jî bangî mirovan dikin ku bira şidetê bi kar bînin vebû.
Ew kesên ku avahiyan xera dikirin, ambulansan dişewitînin ew ê bikaribin van tiştan bikin, ew ê azadiya siyasetê ji holê rabikin, rêya welatiyên me bigirin û heqê wan ê gerê binpê bikin, kesên ku mîna wan nafikirin ji qatên 3yemîn dê biavêjin jêr û ji bilî xwe qedr û qiymetê nedin fikrên tu kesî... Dema ku ev hemû azadî tên binpêkirin dengê wan dernakeve û ji bo ku rê li ber van kirinan bê girtin em dest bi xebatan dikin, qîrînî bi wan kesan dikeve. Tiştekî wisa nabe. Em tu navçe, bajarok, bajar û devereke vî welatî teslîmî vandalîzm, eşqiya û teroran nakin û mexdûr nakin.
Ji meha muharemê re hindik, Hezretî Huseyn çawa ku li Kerbelayê hat şehîdkirin birayên me jî wek wî bi destê eşqiyayan û kesên ku dixwazin bira berî birayan bidin ve hatin kuştin. Êdî dem dema hesabdayîna HDP, CHP û Kiliçdaroglu ye.
Kiliçdaroglu van tovên merhemetê yên ku li ser vê axê hatine ajotin nizane. Tiştê ku Kiliçdaroglu pê zane bi tenê ew zîhniyeta zordarî û tundiyê ye ku di kevneşopiya CHPê de cih digre. Ew kevneşopiya wan kesên ku li Dêrsimê qirkirin rexne nake û Esed jî rexne nake.
Me çawa ku li gund û bajarên Sûriyeyê xwedîtî kir, bi heman awayî li birayên xwe yên kurd ên ji Kobanêyê jî xwedîtî kir, em ê xwedî derkevin jî. Heke hin kes bixwazin ku van têxin hincet û Tirkiyeyê tevlihev bikin, hesabpirsîna ji wan deynê stûyê me ye. Rûpoş êdî vebûn, kî aştiyê dixwaze, kî demokrasiyê? Kî li aliyê azadiyan e, kî li aliyê şidet û rikê ye derket holê?"