Haydar Karaalp
01 Adar 2026•Rojanekirin: 02 Adar 2026
BEXDA (AA) - Li Bexdaya paytextê Iraqê komeke xwepêşandêran ji bo ku kuştina Serokê Îranê Ayetullah Elî Xamaney protesto bikin, li ber Xeta Kesk a ku Balyozxaneya Amerîkayê lê ye civiyan.
Xwepêşandêran li dijî Amerîkayê diruşm berz kirin û hewl dan ku bikevin Xeta Kesk a ku ji hatin û çûyînê ra hatiye girtin.
Hêzên ewlehiyê ji bo belavkirina xwepêşanderan bombeyên deng û xaza rondikrêj bikar anîn.
Hêzên Iraqê li Herêma Kesk a ku avahiyên hikûmetê jî lê ne û bi taybetî jî li dora Balyozxaneya Amerîkayê tevdîrên ewlehiyê yên xurt dibînin.